Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li 2 xwişkan birî
Xwişkên bi navê Sagar û Gazel Qudrat ji aliyê dadgeriya Îranê ve bi sûcdariya "lîderî ji protestoyan re kirine" bi 5 salan cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Xwişkên bi navê Sagar û Gazel Qudrat ji aliyê dadgeriya Îranê ve bi sûcdariya "lîderî ji protestoyan re kirine" bi 5 salan cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Li Îranê, bi taybetî piştî xwepêşandanên meha Çileyê, zextên darazê yên li dijî parêzvanên mafên mirovan didomin.
Sagar Qudrat a 25 salî û Gazel Qudrat a 29 salî yên ji Şîrazê ku li Girtîgeha Adilabad a Şîrazê tên girtin, bi sûcdariya ‘lîdertiya xwepêşandanan’ her yek mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hatin kirin. Hat ragihandin ku herdu xwişk jî ji dîroka hatine girtin ve heta niha ji mafên xwe yên bingehîn ên mîna gihîştina parêzer bêparin.
Sagar Qudrat û Gazel Qudrat, di xwepêşandanên giştî yên 9’ê Çileya 2026’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û piştre sewqî Girtîgeha Adilabad a Şîrazê hatibûn kirin.